Navenda Revenda Kurdistanî – Bruksel bi boneya derbasbûna salekê li ser damezrandina xwe, roja Yekşemê 22/11/2026 merasîmeke taybet li paytexta Belçîkayê li dar dixe û bi germî revenda kurdî û dostên Kurdistanê vedixwîne ji bo beşdarbûna di vê boneyê de.
Li gorî vexwendinameya fermî ya Desteya Serokatiya Navenda Revenda Kurdistanî – Bruksel, ku bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî û bi zimanê Îngilîzî hatiye belavkirin, merasîma yekemîn salvegera navendê ji bo salên 2025 heta 2026an, ji demjimêr 14:00 heta 18:00ê piştî nîvro dê bê lidarxistin, cihê merasîmê jî li baregeha navendê li bajarê Brukselê, bi navnîşana Schildknaapsstraat 47, 1000 Brussels dê be.
Desteya Serokatiya navendê di peyama xwe de amaje bi wê daye ku amadebûna mêvanan û beşdaran di vê bona taybet de cihê serbilindî û kêfxweşiya wan e û xweşikî û rûmeteke zêdetir dide merasîma salvegerê.
Navenda Revenda Kurdistanî – Bruksel di sala 2025an de li paytexta Belçîkayê û navenda sereke ya saziyên Yekîtiya Ewropayê de hatiye damezrandin, armanca sereke ya navendê komkirina Kurdên diyasporayê, parastina ziman û çand û nasnameya neteweyî, di heman demê de avakirina pireke xurt a têkiliyên çandî, civakî û dîplomatîk e di navbera revenda kurdî û civak û saziyên Ewropî de.
Di dema yekemîn sala xebata xwe de, Navenda Revenda Kurdistanî – Bruksel wek sîwaneke komker ji bo revenda Kurdistanî li Belçîka û Ewropayê rol lîstiye û bi rêya rêkxistina çalakiyên çandî û civakî û avakirina têkiliyan bi navendên Ewropî re, hewl daye ku pêgeha revenda Kurdî xurt bike û çand û doza Kurdistanê bi civaka navdewletî bide nasîn.

