KDC

Li Ceneweyê Panela Navneteweyî bo Parastina Nasnameya Kurd û Lêpirsîna ji Tawanên Jenosîdê Tê Lidarxistin

Biryare roja pêncşemê 26ê Mijdara 2026an, li çarçoveya karên Forûma 19emîn a Neteweyên Yekbûyî bo Pirsa Kêmîneyan li bajarê Ceneweya Swîsreyê, KG Lobby Center paneleke navneteweyî ya taybet bo bihêzkirina piştgiriya cîhanî bo mafên kurdan, lêpirsîna ji jenosîdê û parastina nasnameya kurdî li Herêma Kurdistana Iraqê rêk bixe.

Ev çalakî bi navê Ji Parastinê bo Hevbeşiyê, Bihêzkirina Piştgiriya Navneteweyî bo Mafên Kurdan, Lêpirsîna ji Jenosîdê û Parastina Nasnameya Kurdî li Herêma Kurdistana Iraqê tê sazkirin. Di demjimêr 9:00 heta 10:00ê sibehî li Koşka Neteweyan li Ceneweyê, Avahiya A, qata 3yem û li hola hejmar 9 tê lidarxistin, ku ketina beşdaran bi rêya deriyê A11 dibe.

Panel ji aliyê Awreng Şaweys Berpirsê KG Lobby Center ve tê birêvebirin û 7 kesayetî, lêkolîner û nûnerên rêxistinên Kurdistanî û navneteweyî tê de diaxivin. Lîsteya panelîstan ji her yek ji Şîrîn Cindî Zekî Nûnera Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê, Şu’le Hebîb Resûl Nûnera Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Dr. Mihemed Îhsan û Yelda Ref’et ji KG Lobby Center, Newe (Nûh) Hewxendorn Nûnerê Kongreya Neteweyan û Dewletan, Dr. Zana Mihemed Ebdulkerîm ji Enstîtuya Ceneweyê bo Pêkvejiyanê û Dr. Baban Elyasî wekî lêkolînerê serbixwe pêk tê.

Forûma 19emîn a Neteweyên Yekbûyî bo Pirsa Kêmîneyan di rojên 26 û 27ê Mijdara 2026an de li Koşka Neteweyan li bajarê Ceneweyê û bi dirûşma Pêşxistina Mafên Kêmîneyan bi Rêya Destpêşxerî û Hevkariyên Herêmî ve tê lidarxistin, di vê forûma salane de nûnerên dewletên endam, saziyên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên herêmî, civaka sivîl û pispor kom dibin bo dîtina rêyên çareseriyê yên pratîkî bi mebest a parastina mafên pêkhateyan, bihêzkirina mekanîzmayên çavdêrî û lêpirsîna yasayî û misogerkirina beşdariya çalak a kêmîneyan di biryardayînê de ye.

Ji aliyekî din ve, KG Lobby Center ku ji aliyê Awreng Şaweys ve hatiye damezrandin, di salên borî de li navendên navneteweyî û Ewropî kar bo bi jenosîd nasandina tawanên li dijî gelê kurd, cezakirina tawankaran û qerebûkirina qurbaniyan kiriye, armanca sereke ya rêkxistina vê panelê veguhastina doza kurd e ji çarçoveya tenê parastina mirovî ve ber bi hevbeşiyeke yasayî û siyasî ya çalaktir bi civaka navneteweyî re, heta ku bi rêya saziyên Neteweyên Yekbûyî ve parastina nasname û mafên xelkê Kurdistanê bê kirin û dosyeya tawanên jenosîdê bi zindî bê hiştin.

Herwiha hemû ew saziyên jorîn di dema diyalogê de li salona Neteweyên Yekbûyî gotarên wan dibin.

___

Tahir Hewramî pêşwazîya serokê navenda rewandaa Kurdistanî-Denmark û serokê komîteya herêma Danimarkê kir  

KDC

Kar û çalakiyên meha 6 a sala 2024 yên

KDC

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê: Ew koçberên ku bi awayekî neyasayî gihîştine dikarin bibin xwediyê welatîbûnê

Karzan