KDC

Ahenga derçûna 49 xwendekarên Kurd li Luksemburgê hat lidarxistin

Bi amadebûna berpirsê Federasyona Ziman, Komeleya Roj Lux li Luksemburgê bi hevahengiya Federasyona Ziman, ahenga dawiya sala xwendina zimanê Kurdî li dar xist.

Dûh şemî, rêkefta 18/07/2026, bi amadebûna Mem Dogala, berpirsê Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî, Komeleya Roj Lux li Luksemburgê bi hevahengiya Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî, ahenga dawiya sala xwendina zimanê Kurdî bo 49 xwendekaran li dar xist. Di ahengê de nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê beşa zimanê Kurdî li dibistana INALCO yê beşdar bûn.

Di ahengê de bawernameyên derçûnê (dîploma) hatin dayîn bo xwendekaran û diyariyên wan hatin pêşkêşkirin.

Beşdaran di ahengê de tekez li ser giringiya hînkirin û belavkirina zimanê Kurdî di nav civakên Kurdî yên li derveyî welat de kirin. Her wiha piştgiriya nifşê nû bo fêrbûna ziman û çanda Kurdî nîşan dan, daku nifşê nû yê Kurd ê li diyasporayê ji zimanê xwe yê dayikê qut nebe.

___

Li Hmaburgê 12mîn festîvala filimê Kurdî bidawî hat

KDC

Ji bo we hêjayan re webinarek li se rola mediayê li dar dixin

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanî navenda lêkolînê damezrand

KDC