Penabereke Rojhilatê Kurdistanê li Yewnanistanê canê xwe jidest da

Penabereke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê dema ku diçû Yewnanistanê ji ber krîzeke dil jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku jineke penaber a 27 salî ya xelkê bajarê Serdeştê bi navê “Mêhrî Nebîzade” bi sedema rêwingî û mandûbûnê li Yewnanistanê êdî rastî nexweşiyê hat û piştre jî ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn, Mêhrî Nebîzade tevî hevjîn û du keçên xwe yên 4 û 7 salî bû, ji sînorê bejahî yê Turkiyê diçûn Yewnanistanê, lê roja duşema 14/6/2021 rastî nesaxiyê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hûrgurî yên rêxistina pêngav, di heyama 6 mehên derbasbûyî de bi kêmanî 11 penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê di rêya Yewnanistanê de jiyana xwe ji dest dane, ku 9 ji wan ji bajarê Serdeştê ne

___

Navenda Revenda Kurd li derve Serdana Mîrê Êzidiyan û Babaçawûş kir

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Karesata Enfalê Peyamek Belav kir.

nusar1

Polonya: Koçber Ji Bo Sînor Derbas Bikin Rêbazeke Din Bi Kar Tînine

KDC
KDC

FREE
VIEW