KDC

Yekitiya Ewropayê Û Fasê Li Ser Şandina Penaberan Li Hev Kirin 

Hefteya borî hewldana herî mezin a koçberiya ji Fasê ber bi Ewropayê ve pêk hatibû û 2 hezar û 500 koçber tê de bûn. Yekitiya Ewropayê û Fasê di astengkirina koçberiyê de bi israr in.

Piştî danûstandinên bi Wezîrê Derve yê Fasê Nasser Borîta re ku ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçitiya koçberan, parastina sînoran û vegerandina koçberan li hev kirin. Yekitiya Ewropa û Fasê dixwazin hevkariya xwe ya li ser koçberiyê xurt bikin.

Hefteya borî nêzîkî 2.500 koçberên ji Afrîkaya Başûr hewl dan ku sînorê Îspanyayê li bakurê Fasê derbas bikin lê bi ser neketin. Di heman demê de 3,200 hewlên din jî di navbera rojên Îniyê û Sêşemê de têk çûn.

Ji aliyekî din ve parazvanên mafên mirovan yên Fasê rexne li hevkariya navbera desthilatdarên Fasê û Îspanyayê girtin ji bo nehêlana koçberan.

Saziyên sivîl diyar kirin ku rayedarên Fasê bi sedan koçber dersînorî Efrîkaya Başûr kirine.

Li gorî daxûyaniya Wezareta Navxwe ya Îspanyayê, par zêdeyî 40 hezar koçber bi rêya deryayê gihîştine wir.

___

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo 31. Salvegera Raperîna Mezin Ya Kurdistanê 

KDC

Kurdan Li Ber Wezareta Derve Ya Amerîkayê Daxwaza Hilweşandina Cezaya Zara Mihemedî Kirin

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî li başûrê Awûstralyayê bi koma Kurd re civiya  

KDC