KDC

Pêşangeha Hunera Kurdî – Elmanî

Di bin navê (Demamk) li bajarê Criefeld li Nordrain roja Îniyê Wezareta Rewşenbîrî ya Almanyayê û koma hunerê Reng Artê ji bo vê pêşangehê amadekarî kiribûn.
Piştî navbereke dirêj a ji ber nexweşiya korona, di dawiyê de biryar hat dayîn ku pêşangeheke hevpar a hunermendên Kurd û Elman li Krefeldê were lidarxistin û 48 hunermend beşdar bûn.

Bi amadebûna Kurdên li derve û gelek mêvanên Elman û kesên ku bi karê hunerî re eleqedar bûn beşdarî vekirina pêşangehê bûn, ji bilî wê jî hin dezgehên ragihandinê yên Kurdî amade bûn bo ragihandina çalakiyê.
Bê guman Navenda Revenda Kurd li derve bi komeke endamên navendî beşdarî vekirina pêşangehê bû.

___

Çalakvaneke Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Swêdê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir

KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kanala Kurdistan24ê Kir

KDC