KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Karesata Enfalê Peyamek Belav kir.


Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya salvegera Enfal û jenosîda li ser gelê Kurd peyamek weşand.
Tekezî bi wê yekê die ku Mexdûrên tawanên rejîma Baas a faşîst ku bi qasî 180 hezar welatiyên Kurd ên bê guneh hatin hatin kuştin, divê hemû kurd bi hev re vê tawanê weke jenosîd bide naskirin û ji dewleta Iraqê tazmînat ji xizmên wan re bixwazin.

Deqqa peyamê:
Îro 36´emîn salvegera karesata Enfalê ya gelê kurd li başûr e, ku ji aliyê rêjîma Beas a faşîst ve hat kirin. Tê de 180 hezar welatiyên kurd ên bêguneh di çendîn proseyên Enfalê de hatin qetilkirin, divê her kurdek ji bo nasandina vê tawanê li ser asta navdewletî kar bikin û hewl bidin ku qurbaniyên Enfalê wek jenosîd bê qerebûkirin.
Em bejna xwe li ber canê qurbaniyên Enfalê ditewînin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Du birêvebirên Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdîstanî di nav Tora G100 a navnetewî de cî girtin.

nusar1

Du Leşkerên Tirkiyeyê Hatine Kuştin

KDC

Bi Sedan Koçberên Afganî Berê Xwe Dane Sînorê Yewnanistanê

KDC