KDC

Konfederasyon peyamek li ser êrîşa Mannheim belav dike

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî wê êrîşa tundrewiya bajarê Mannheim ya welatê Almanya şermezar dike ku bi wê sedemê karmendekî Polîs bi destê penaberekî Afxanî canê xwe ji destda. Tekez jî li wê yekê dikin ku herdem dakokiya wan ji bo eweye penaber rêz li yasa û rêsayên welatan bigrin û berdewam dûrî li karên pevçûn û têkderane bin.

Naveroka peyamê:

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî wê êrîşa tundrewiya bajarê Mannheim ya welatê Almanya şermezar dike ku bi wê sedemê karmendekî Polîs bi destê penaberekî Afxanî canê xwe ji destda.
Di demek da sazî û dam û dezgehên Asayîşiyên li van welatan ji bo parastina canê welatiyan û rêxistina yasa û rêsayan li erk dane, mixabin bi vî awayî rûbirûyê êrîşên dirindane dibin û li heman demê da ew êrîşber penaber bê û li vî welatî dergehên xwe ji bo wî û ji bo jiyanekî nû vekiribe.
Herdem dakokiya me ji bo eweye penaber rêz li yasa û rêsayên wan welatan bigrin û berdewam dûrî li karên pevçûn û têkderane bin.
Ji ber ku êrîşên bi vî awayî û kirdarên bandoreke xerap li ser rewşa penaberan dike û yasa û rêkarên welatan tundtir dike û li beramber da hizr û bîra rastrewiyê jî dijî penaberan zêdetir dike.
ji bo wê yekê bi tundî her êrîşekî bi vî awayî û li her welatek bê kirin şermezar dikîn û hêvîdarîn penaberên Kurd ji van cûre kirdaran bi berdewam dûr bin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdîstanî jibo bîranîna serhildana 12 ê adarê ya 2004’an li Qamişlo 

KDC

komîteya herêma Swedê piştevanîya xwe ji konfederasiyon û navenda rewanda kurdistanî re da nîşandan 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li darxist 

KDC