Serokê Konfederasyona Revanda Kurdistanê (KDC) bi boneya Konferansa Yekîtiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê peyamek weşand.
Di peyamê de tê gotin(em hêviya serketinê ji konferansa we re dixwazin. Derfetek zêrîn ji bo milletê me hatiye û pêwîste mafê milletê me di destûra nuhî Sûriya de bê pesendkirin. )
Nivîsa peyamê:-
Ji bo konferansa hevgirtina kurdan li Rojavayê Kurdistanê
Binavê konfederssyona Revenda Kurdistanî, em hêviya serketinê ji konferansa we re dixwazin. Derfetek zêrîn ji bo milletê me hatiye û pêwîste mafê milletê me di destûra nuhî Sûriya de bê pesendkirin.
Hevgirtina me serketina me ye.
Bijî Kurd û Kurdistan
Dr. Ismail Kamil
Serokê konfederasyona Revenda Kurdistanî
2025-04-26