Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Lêdana Dilê Aboriya Kurdistanê Tawana li Dijî Mirovahiyê ye û Bêdengiya Civaka Navdewletî Çiraya Kesk e ji bo Terorê.
Di demekê de ku destên reş û nebaş ên terorê careke din bi awayekî tirsonek êrîşî Kolgeha Gazê ya Kormorê kirin, em li Konfederasyona Revenda Kurdistanî vê tawanê şermezar dikin.
Ev êrîş ne tenê li ser boriyek an kolgeheke enerjiyê ye, lê belê lêdana dilê aboriya Kurdistanê ye û birîna debara gel û têkdana aramiya herêmê ye. Ev hewleke tirsonek a têkçûyiyan e ji bo rawestandina karwanê avadaniya Kurdistanê ye ku bi îradeya polayînî ya Cenabê Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê didome.
Ev kiryara tirsonek lêdana li ser aramîya bazara enerjîya cîhanî ye û dê bandorê li ser bilindbûna bihayê sutemeniyê bike, ev jî dê bandorê li tevaya civaka navdewletî bike.
Ji ber dilsoziya ji bo aramiya aboriya cîhanî û jiyana civaka mirovahiyê bi giştî û gelê Herêma Kurdistanê bi taybetî, em bi dengekî bilind û eşkere ji civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û Hevpeymanan re dibêjin: Daxuyaniyên dilgiraniyê êdî birînên Kurdistanê nakewînin. Bêdengî û helwesta civaka navdewletî, wekî çiraya kesk e ji bo ku komên derveyî qanûnê tawanên xwe berdewam bikin. Pêwîst e cîhan ji temaşevanekî bibe parêzvanekî rastîn û bi kiryar dawî li van destdirêjiyan bîne. Nabe ku Herêma Kurdistanê, ku xwîna xwe ji bo parastina cîhanê ji terorê bexşandiye, niha li ber agirê terorê bi tenê bê hiştin.
Li ser asta navxweyî, îro roja ceribandina wijdana niştimanî ye. Mûşeka dijmin reng û nêrînên cuda nas nake, lê rûmeta her Kurd û Kurdistanî dike armanc. Em ji hemû hêz û aliyên siyasî daxwaz dikin ku nakokiyan deynin aliyekî û di vê pirsa çarenûssaz de yek deng û yek helwest bin. Parastina Herêma Kurdistanê xeta sor e û divê em bi yekrêzî bersiva komployan bidin.
Em li Konfederasyona Revenda Kurdistanî sozê didin ku li her derê bin, em ê bibin dengê bilind ê mezlûmîyet û mafxwaziya gelê xwe û rûyê reş ê terorîstan ji cîhanê re eşkere bikin. Piştrast bin, ew agirê ku dixwazin berdine Kurdistanê, tenê rûyên wan reş dike û Kurdistan dê her avadan û serbilind bimîne.
Serbilindî ji bo Kurdistanê û mirin û rûreşî ji bo terorîstan.
Îsmaîl Kamil
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî
27/11/2025
