Gelê me li Efrînê ji ber sermaya giran û hatina hejmareke mezin a malbatên koçber, ku her diçe zêde dibe, di şertên mirovahî yên zor dijwar de têdikoşe.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Efrînê û Helebê roleke bingehîn di peydakirina alîkariya mirovahî de lîstîye û heya niha jî piştgireke rastîn e bo malbatên zirardîtî.
Îro şertên me ne tenê şertên şerî û siyasî ne, lê şertên mirovahî di rêza yekem de ne.
Pêdivî ye em di vê qonaxa niha de berpirsyariyeke giştî hilgirin û piştgiriya karên alîkariya mirovahî bikin.
Konferedasyona Revenda Kurdistanî daxwaz dike ku:
Bi rêyên fermî piştgirîya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin
Karên xêrxwazîyê, ku hatine kirin, li medyayê belav bikin
Ev bang bigihînin her kesê ku dikare beşdarî vê berpirsyariyê bibe
Piştgiriya we di vê demê de helwesteke giring e li hember êş û zehmetiyên gelê me
û şertê bingehîn e bo berdewamîya jîyana aram û aştîyane.
Îro dema çalakiyê ye, dema berpirsyariya hevpar e.

