KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bi Boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê

 

Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de, 21ê Sibatê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî ligel pîrozkirina hemû Kurdistanîyan, tekez li ser bingehên neguhêz ên parastina nasnameyê dike. Ji bo neteweya me, zimanê dayikê ne tenê amûreke têgihiştinê ye, belkî stûna sereke ya resenayetî, hêvêna hişyarî û mîsogeriya hebûna me ye li ser nexşeya cîhanê.

Em, wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi berpirsyariyeke kûr a neteweyî û dîrokî li vê pirsa çarenûssaz dinêrin. Di vê çarçoveyê de, em bi îradeyeke xurt israr dikin li ser parastina ziman û nasnameya xwe ya neteweyî li derveyê welat û rêgirtin li her hewldanek ji bo bişaftin û helandina çanda me. Baweriya me ya tevahî heye ku hebûna me wekî neteweyeke zindî, bi parastina zimanê me ve girêdayî ye. Lewma erka me ye ku em vê emaneta pîroz bi paqijî ji bo nifşên paşerojê yên li diyasporayê veguhezînin.

Di vê rojê de, em dubare dikin ku em ê hemû şiyanên xwe bixin holê da ku zimanê Kurdî yê şîrîn di nava mal û dilê her takekî Kurd ê li derveyê welat de zindî bimîne û nifşên me bi ruhekî Kurdewarî û bi zimanê xwe yê dayikê geş bibin, da ku ew her dem wekî parçeyekî neveqetî ji laşê neteweya me de bimînin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
21ê Sibata 2026

___

Birîtanya çavdêriya elektronî li ser laşên penaberên neqanûnî datîne 

KDC

Li Bakurê Kurdistanê, Karkerekî Zirar Daye Apê Xwe

KDC

Polonyayê Hişyarî Da Koçberan

KDC