KDC

Elmanya Bi Îmzeyan Genosida Êzidiyan Wê Bide Qebûlkirin

Almanya bi rêya têkiliyeke taybet ji bo naskirina Komkûjiya Êzidiyan weke jenosîd îmzeyan berhev dike. Komkûjiya ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hat kirin, bi hezaran Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jin jî hatin revandin.

Mijara danasîna Komkûjiya Êzidiyan weke Genosîd ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ciddî li ser hatiye xebitîn û ev jî berdewam e. Di dawiya meha Hezîrana îsal de Parlamentoya Belcîkayê bi dengdaneke navîn ji perlemanteran kir da ku bi awayekî fermî Genosîda Êzidiyan nas bikin.

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê kir û zêdetir ji şeş hezar keç û jinên Êzidî revandin û pişt re jî weke kole hatine firotin û hîn jî 3 hezar û 350 keç û jinên Kurdên Êzidî nediyar in.

https://epetitionen.bundestag.de/content/petitionen/_2021/_07/_25/Petition_125051.html

___

Supayê pasdarên Îranê şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê talan dikin

KDC

Mezefer Ehmed beşdarî merasîma danasîn û weşandina romanekê bû

KDC

Duyemîn civîna Rêxistina Doktorên Kurdistanê li Dîasporayê pêk hat

KDC