KDC

Lukashenko û Merkel Wê Ji Bo Krîza Koçberan Danûstandinan Bikin

Li gorî medyaya nêzikî servîsa çapemeniyê ya Serokê Belarûsê, Aleksander Lukashenko bi rêya telefonê bi Serokwezîra bi wekalet ya Almanyayê re axiviye.

Serokê Belarûsê Aleksander Lûkashenko û Serokwezîr Angela Merkel roja Çarşemê di axaftina bi rêya telefonê de krîza koçberan a di navbera Belarûs û Yekîtiya Ewropayê de nîqaş kirin û gihîştin li hev kirina prosedurên çareseriya pirsgirêkan.

Li ser kiryarên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, li hev kirin ku pirsgirêkê bi temamî derxînin asta Belarûs û Yekîtiya Ewropayê, di heman demê de rayedarên pêwendîdar ên ji her du aliyan hatine wezîfedarkirin ji bo çareseriyê danûstandinan bikin.

Di hefteya borî de bi hezaran koçberên ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji bo xwe bigihînin welatên Ewropayê li ser sînorê Belarûs û Polonyayê li hev civiyan.

Polonyayê bi çekên giran û sîstemên parastina hewayî û bi hezaran leşker li ser sînorê xwe bi cih kir ku Belarûs vê yekê ji bo ewlekariya xwe wek gefekê dibîne û bi vî rengî hebûna îstîxbarata xwe ya li ser sînor zêde kiriye.

___

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

nusar1

UK: Navenda Birminghamê Şahiyek Ji Bo Malbatên Kurd li da xist

nusar1

Brîtanya: Koçberên neqanûnî beriya ku wan dersînorî Ruandayê bikin, xwarin rawestand 

KDC