KDC

Li Macarîstanê 7 Koçberan Canê Xwe Ji Dest Dane

Polîsê Macarîstanê roja Sêşemê ragihandiye ku otomobîleke bi reqema Sirbîstanê ku koçber tê de bûn, doh derengiya şevê rastî êrîşên polîsan hat û 7 penaberan jiyana xwe ji dest dane, 4 jî birîndar bûne.

Ev bûyer ji ber ku şofêr red kiriye li xala kontrolê ya polîsên Muraholomi ya nêzîkî sînorê Sirbistanê raweste pêk hatiye.

Polîsan her wiha diyar kirin ku wan ajokar bi tawana bazirganiya mirovan girtiye û wê li dijî wî dest bi rêkeftinên yasayî bikin.

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban kesayetekî pêşeng ê li dijî koçberiyê ye ku di meha Hezîranê de pêşniyara qedexekirina çûyîna hemû koçberan ji bo Ewropayê kiribû.

Siyasetmedarê rastgir qala pêla koçberan a ku diherike Ewropayê kir û hişyarî da ku divê mirov li cihê lê ji dayik bûne bimînin yanî divê li koçberiyê nefikirin.

Hêjayî gotinê ye ku nasnameyên penaberan hîn nehatine aşkere kirin.

___

Ji bo we hêjayan re webinarek li se rola mediayê li dar dixin

nusar1

Peyama Konfederasyonê bi boneya 9. Salvegera Komkujiya Şengalê

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Û Rêxistina Kangayê Şahiyek Li Dar Xistin 

KDC
KDC

FREE
VIEW