KDC

Civîna Amerîkayê Û Rûsyayê Bê Encam Ma

Roja Îniyê di tûra çaremîn a hevdîtinên navbera Amerîkayê û Rûsyayê ya li bajarê Cenevreyê bêyî pêşketinekê bi dawî hat.

Li gorî nûçeya BBCyê Antony Blînken û Sergey Lavrov ji ajansan re cuda cuda daxûyanî dane ku Blinken di kongreya rojnamevanî de gotiye: wî daxwaz ji Lavrov kiriye, isbat bike ku çi planên Rûsyayê ya dagirkirina Ukraynayê nîn e û piştrast kir ku Washington dê di hefteya bê de bi awayekî nivîskî bersiva daxwazên Moskowayê bide.

Wezîrê derveyê Amerîka di dewama wê de ji rojnamevanan re ragiahnd ku dê Amerîka li ser amadekariya xûleka dina diplomatîk berdewam be lê Washington û hevpeymanên wê bersiveke yekgirtî û tund li hember her kirdareke dijminane ya li dijî Ukranyayê bidin.

Lavrov piştî hevpeyvîna bi hevtayê xwe yê Amerîkî re di civîneke çapemeniyê de got: “Di destpêkê de min jê re got ku me her tim diyar kiriye ku çi planên me yên ji bo dagirkirina Ûkraynayê nîn e û em ê çi carî gefê li gelê Ûkraynayê nexwin.”

Di dawiyê de Wezîrê Derveyê Rûsyayê bang li Wezîrê Derveyê Brîtanyayê kir ku li Moskowayê bicivin.

___

The market under views of foreign consultants

kurdish dc

Anglo American’s Quellaveco in Peru is the UK largest investment

kurdish dc

Pîroz be Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî

Harmn