KDC

Li Geverê Xwepêşandan Hate Lidarxistin

Li navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê bi daxwaza îstifakirina Hikûmeta Erdogan xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşandan bi taybetî ji ber buhabûna elektrîkê û bilindbûna nirxên kelûpelan bû. Ev demek e ku li gelek bajarên Tirkiyeyê jî xwepêşandan têne lidarxistin.

Li navçeya Geverê ya li Bakurê Kurdistanê, bi hezaran kes daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan ji ber bilindbûna herî dawî ya buhayê elektrîkê.

Girseya gel hatine kolana Nedîm Zeydan û bi qêrîna dirûşma “dizî heye”, “ji hikûmetê re îstifa” heta ber daîreya belavkirina elektrîkê ya bajêr meşiyan.

Doh jî li bajarê Agiriyê li dijî bilindbûna buhaya elektrîkê nerazîbûn hate nîşandan.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên dawî de welatiyan li ser torên civakî bertek nîşanî buhaya elektrîkê, sotemenî û berhemên xwarinê ku bilind bûne dan û rexne li Hikûmeta Erdogan kirin.

___

Hejmara nû ya kovara Rewend hate belavkirin

Karzan

Neviya Helbestvan Hesîb Qeredaxî Klîbeke Nû Weşandiye

KDC

Trump Êdî Ne Di Nav Lîsteya Herî Dewlemendên Amerîkayê De Ye

KDC