KDC

Wezîrên Derve Yên Rûsyayê Û Ûkraynayê Wê Li Tirkiyeyê Bicivin 

Ajansên nûçeyan ên Rûsî ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê ligel Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dimitri Koliba bicive.

Li gorî ajansên nûçeyên Rûsyayê, dê civîn di 10ê Adarê de li bajarê Antalya ya Tirkiyeyê bê li dar xistin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu jî îro ragihand ku Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dimitri Koliba û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov razî bûn ji bo civîneke diplomatîk li bajarê Antalyayê bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema destpêka êrîşa Rûsyayê vir ve, ev yekemîn civîna Wezîrên Derve yên di navbera aliyên Rûsya û Ûkraynayê de ye.

___

Beşdariya nûnerê Konfederasyonê di salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) de.

KDC

Navenda Revenda Kurd Bi Akif Hesen Û Dara Kutlay Re Hevdîtinek Kir

KDC

Şanda Konfedresyona Rewanda Kurdistanê serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir 

KDC