Ezîzê Zîyo Bedîrxan – Xelatgirê ordena “Yekîtiya Welat”!

Di 23ê Cotmeha 2024an de li bajarê Astanayê bi boneya Cejna Komara Qazaxistanê çalakiyeke bi heybet hat lidarxistin. Merasimek hate lidarxistin û tê de endam û hemfikirên Meclîsa Gelên Qazaxistanê wê rojê bi xelatên taybet hatin xelatkirin, ku di bihêzkirina serweriya Komara Qazaxistanê, lihevhatina giştî û yekîtiya netewî de, pêşxistina diyaloga navçandî û welatparêziya Qazaxistanê da keda wan heye.

Bi taybetî, endamê rêvebirîya Assambleya Gelên Qazaxistanê, Serokê “Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê – “Barbang”ê, karsaz, karmendê civakê Ezîzê Zîyo Bedirxan bi ordena “EL BIRLIGI” – (Yekîtiya Welat) bi biryarnameya û ji destê Serokomariyê Komara Qazaxistanê Qassym-Jomart Toqayêv hat xelatkirin.

Ordena “El Birligi” – xelata dewletê ya Komara Qazaxistanê, di sala 2023 de hate damezrandin. Ew kes layîqî Xelata “El Birligi”ê dibin, ku ji bo xebateke berhemdar bi navê xurtkirina yekitiya neteweyî û dabînkirina hevgirtina civakî.

___

Awusturya: Navenda Rewanda Kurdistanî û Navenda Civakî û Ferhengê ya Viyana rêzê li xwendekarên serkeftî girtin 

KDC

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Bi Wezîrê Perwerdeyê Re Lidar Bixe

KDC

Navenda Düsseldorfê Kongreya Xwe li Dar Xist

nusar1
KDC

FREE
VIEW