Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê dibêje, di heyama 11 salan de zêdetirî 44 hezar zarokên koçber li ser sînorên Belarûs û Yekîtiya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane, hevdem yên ku gihîştine Ewropayê jî tundûtîjiya laşî li hemberî wan hatiye kirin.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ragihand, ku ji salên 2014 heta 2025an, herî kêm 4414 zarok di riya koçberiya neyasayî de mirine an jî winda bûne. Rêjeya zarokan di qurbaniyên sînorê Belarûs û Yekîtiya Ewropayê de %28 bûye. Lê belê ev amar tenê kêmtirîn texmîn in, ji ber ku piraniya qurbaniyan nasname û temenê wan nehatiye diyarkirin.
Di sala 2025an de, nêzîkî 31 hezar zarok gihîştine Ewropayê, ku nêzîkî 20 hezar ji wan bê hevaltiya dê û bav an jî çavdêrê yasayî bûn. Herwiha, nêzîkî nîvê wan ciwanên ku ji aliyê rêxistinê ve lêkolîn li gel hatiye kirin, ragihandine ku rastî tundûtîjiya laşî hatine.

