Ew penaberên ku li welatê Swêdê û li navendên derxistinê (deportkirinê) hatine girtin, nerazîbûna xwe li hember xwarin û danûstandina ligel wan nîşan dane û dibêjin, ku navend dişibe girtîgehê.
Çend penaber li navenda derxistinê ya bajarê Flen ê Swêdê, ji ber xirabiya xwarinê, birçîbûn û tundtirbûna qanûnên navendê nerazîbûna xwe anîne ziman, wan ji bo kanaleke Swêdî li ser xirabiya rewşa xwe axivîne.
Yek ji penaberan bi navê “Elî”, ji televizyona Swêdî SVT re gotiye: “Xelk her tim bi birçîbûn tê hiştin”. Penaberekî din jî gotiye, ku navend roj bi roj bêtir dişibe girtîgehê, ne navendek ji bo derxistina penaberan bo welatên xwe.

