KDC

Ewropa hewlên xwe ji bo deportkirina koçberan zêdetir dike

Rojnameya The Guardian a Brîtanî di raporekê de belav kiriye ku Ewropa derbasî qonaxeke nû bûye di birêvebirina dosyeya koçberiyê de bi rêya spartina wê bi aliyê derve, piştî dengdana Parlamentoya Ewropayê, yasaya nû ya vegerandinê ya Yekîtiyê nêzîkî pejirandinê bûye, ku soza vegerandineke zûtir bo deporkirina koçberan dide.

Li gorî rapora Rojnameya Guardianê, ev yasaya nû bingeheke destûrî û yasayî ji bo welatên Ewropayê peyda dike da ku bingeheke taybet a vegerandinê, ango navendên derve li derveyî axa Yekîtiya Ewropayê ava bikin.

Armanca van navendan, birêvebirina karûbarên wan koçberan e ku mafê mayînê li welatên Ewropayê nînin û biryara derxistina wan hatiye dayîn.

Tevî dijberiya tund a welatên wek Îspanya û Fransa û nerazîbûnên berdewam ên rêxistinên parêzerên mafên mirovan, gelek ji hikûmetên din ên Ewropayê dilxwaziya xwe bo beşdarbûna di vê sîstema nû de nîşan dane, tenê çend roj piştî dengdana Parlamentoya Ewropayê, 19 welatên endam nameyeke vekirî îmze kirin û tê de daxwaza bikaranîna hemû wan derfet û şêwazên nû kirin, ev jî amajeyek e ku cîbicîkirina vê biryarê di demeke pir nêz de dest pê dike.

Guardianê amaje bi wê yekê jî kiriye, di vê demê de çend welatên wek Avusturya, Danîmarka, Almanya, Yewnanistan û Holandayê amadekariyên xwe yên destpêkê temam kirine û li ser xeta destpêkirinê ne bo avakirina navendên hevbeş ên derve, tê payîn ku di demek pir kurt de bikevin warê cîbicîkirinê.

Sîyaseta veguhastina çavdêriya koçberan bo derveyî sînorên Ewropayê, wek bersiveke sîyasî bo bilindbûna dengê tevgerên rastgir û zêdebûna lehiya koçberan tê dîtin, di salên borî de, destpêşxeriyên cuda di vî warî de hatine dîtin, ji wan peymana di navbera Îtalya û Albaniayê de bo şandina penaxwazan bo derveyî sînorên Yekîtiya Ewropayê.

Rexnegirên van cure sîyasetan bawer dikin ku spartina dosyeya mirovî bi welatên din û avakirina navendên vegerandinê li derveyî axa Ewropayê, dibe ku bibe sedema binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û lawazkirina peymanên navneteweyî yên girêdayî mafê penaberiyê, li hemberî vê yekê, alîgirên projeyê bawer dikin ku ev yekane rêya guncaw e bo kontrolkirina sînoran û kêmkirina zextên darayî û sîyasî li ser sîstema navxweyî ya welatên Ewropayê.

___

Li Almanyayê Çar Koçber Di Kamyonekê De Hatine Girtin

KDC

Konfederasyonê Revenda kurdistanî pêşwaziya li Mîrê Êzidiyan li Amerîkayê dike

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya serokê yaneya werzişê ya Kurdî Fc Mufîd Cewher kir 

KDC