KDC

Parêzerên welatekî doza penaberan boykot dikin

Nêzîkî 145 parêzerên pispor ên karûbarên penaberiyê li Swêdê, li dijî tundkirina yasayên penaberiyê û kêmkirina alîkariya yasayî, biryar dane ku karê nû yê parêzeriyê ji bo daxwazkarên penaberiyê wernegirin.

Boykot piştî wê yekê dest pê kiriye, ku hikûmeta Swêdê sîstema dabînkirina parêzer ji bo penaberan hilweşandiye û li şûna wê, tenê du heta sê demjimêr şêwirmendiya yasayî ji bo penaberan diyar kiriye.

Sendîkaya Parêzerên Swêdê bawer dike ku sîstema nû mafê penaberan dixe metirsiyê. Li hemberî vê, Rêveberiya Koçê ya Swêdê qebûl dike ku boykot bûye sedema pirsgirêkeke mezin di dabînkirina parêzeran de bi awayekî ku hin penaber di dema pêwîst de parêzer ji wan re nehatiye diyar kirin.

___

Pirse û Serxweşî

Harmn

Bizane di 11 salan de çend hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane

Xelan

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Serok Mesûd Barzanî re civîya

Harmn