Saziya Koç û Penaberiyê ya Swêdê, her çende hemû malbata wê li wî welatî dijîn jî, biryara deportkirina keçikeke penaber a 21 salî bo Sûriyeyê daye.
Saziya Koçê ya Swêdê, biryara deportkirina Cûdî Ecelî ya 21 salî ya sûrî da, di demekê de ku dê û bav û çar xûşk û birayên wê li Swêdê dijîn û mafê penaberiyê yê swêdî hene.
Cûdî, ku ji sala 2021ê ve li Swêdê dijî, çend meh mane ku xwendina xwe ya amadeyî biqedîne, lê Saziya Koçê ji ber neîsbatkirina girêdana taybet bi malbata xwe ve, daxwaza dirêjkirina mafê mayîna wê red kiriye.
Ew keçika penaber, ji vegera bo Sûriyeyê ditirse û ji metirsiyên ewlehiyê û zewaca bi zorê dilgiran e. Ew niha ligel parêzerekî ji bo îtîrazkirina li ser biryarê amadekariyê dike.

