Du Welatên Ewropayê Bi Talîbanê Re Danûstandinan Dikine

Brîtaniya û Almanya bi şandeyeka bilinda Talîbanê re dîdar kirin û tê de behsa rewşa Afganistanê kirin.

Berdevkê Talîbanê Mihemed Suhail Shaheen ragihand ku Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Talîbanê Şêr Mihemed Ebas Stankîzî ku niha li Dohayê bi Balyozê Almanyayê yê Afganistanê Marcos Potzel re civiya û rewşa Kabîl û welat bi giştî gotûbêj kirine.

Berdevkê Talîbanê di zincîreka Twîtên xwe de bi giştî qala naveroka vê kombûnê kir; wek alîkariyên mirovane û berdewamiya hevkariyan ji aliyê Almaniyayê ve.

Berdevkê Talîbanê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku cîgirê serokê buroya siyasî ya Talîbanê jî ji bo nîqaşkirina çend mijaran bi nûnerê taybet ê serokwezîrê Brîtanyayê re hevdîtin pêk aniye û ev hemû dê bibin pêşeroja têkiliyan û şêwaza xebata Hikûmeta Talîbanê.

Ji ber rewşa ne aram a li Kabûlê, şandeyên welatan wê li Doha ya paytexta Qatarê bi şandeya Talîbanê re hevdîtinê bikin û pêşeroja welêt nîqaş bikin.

___

Brîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanî bîranîna ji dayikbûna Pêxemberê Islamî kir

KDC

Hewlêr: Tahir Hewramî wê beşdarî 24 saliya wefata Mamlê bibe 

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Siwêdê Serdana Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Li Swêdê Kir

KDC
KDC

FREE
VIEW