KDC

Rûsya: Divê Talîban Li Ser Sozên Xwe Bisekine

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir ku girîng e Tevgera Talîbanê sozên xwe yên ji bo avakirina hikûmeteke berfireh û têkoşîna li dijî terorê bi cih bîne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftineke xwe de wiha got: “Tevgera Talîbanê ragihand ku wê li dijî bazirganiya narkotîkê û terorê bisekinin û li welatên cîran bêîstîkrarî çêneke û hikûmet dê têgihiştineke berfireh pêş bixe.”

Got, “Girîng e Tevgera Talîbanê van sozan bi cih bîne û van tiştan bike.”

Di Tebaxa borî de Tevgera Talîbanê Afganistan kontrol kiribû û di destpêka meha Îlona borî de hikûmeteke bi serokatiya Mihemed Hesen Axûnd ava kiribû.

___

Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster Cijna Newrozê pîroz dike ..

KDC

Li sê welatan navenda Rewanda Kurdistanî beşdarî xwepêşandanan bû

KDC

Elmanya û biryara qedexekina tiştên Bilastîk

KDC