Cezaya Girtîgehê Li Hunermend Hozan Canê Hatiye Birîn

Ji ber sedema endambûna rêkxistina PKK, propaganda û hevkariyê hunermenda Bakurê Kurdistanê Hozan Canê ji alîyê dadgehê ve bi sê salan hate cezakirin.

Rûniştina doza Hozan Canê li 3yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Edirne pêk hat. Hozan Canê bi xwe tevlî rûniştina dozê nebû lê parêzerên wê amade bûn.

Dozger, doz pêşkêşî dadger kir, parêzerên Hozan Canê parastin kir û gotin derbarê eşîran de ti delîl nîn in û tenê di çarçoveya xebatên xwe yên hunerî de nivîs û klîb bi belavkirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, sêyemîn dadgeha cezaya giran a Edirneyê 3 sal, mehek û 15 roj cezayê girtîgehê li Hunermenda Kurd Hozan Canê birî.

___

Îsraîlê Bi Moşekan Êrîşî Şamê Kiriye

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Almanyayê Ji Bo Salvegera Referandûmê Merasîmek Lidar Xist

KDC

Hevpeymana Krîstiyana Almanyayê bernameya xwe ya hilbijartinan pêşkêş kir

KDC
KDC

FREE
VIEW