KDC

MÎTê Jineke Kurd Ya Parêzer Li Efrînê Revandiye

MÎT a Tirk li bakurê bajarê Helebê parêzereke Kurd revandiye û çarenûsa wê ne diyar e.

Li gorî çavkaniyan, navê parêzer Necah Omer e ku piştî Encûmeniya Niştimanî ya Kurd banga vegera şêniyên Efrînê kir ew jî vegeriya bajêr.

Parêzer li ser daxwaza Encûmenê vegeriya ku ev jî rê li ber revandina ji aliyê MÎTa Tirk ve vekir.

Parêzer Necah a 51 salî ku ji şêniyên gundê Kuwîre ya navçeya Raco a li bakurrojavayê Efrînê ye û çarenûsa wê ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku revandina welatiyên Kurd li bajarê Efrînê rojane ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên wê ve berdewam e.

___

Bombeyek Bi Karwana Hêzên Hevpeymanan Ve Teqiyaye

KDC

Li Lîbyayê Lîstikvanekî Komediyê Bûye Namzetê Serokatiyê

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Japonyayê Komkujiya Helebceyê Bibîr Anî 

KDC