Hemîd Sîno
Di Newroza 2025an de bajarê Kolnê bi Kurdî diaxivî!
Di 22ê Adara 2025an de, bajarê Kolnê yê Almanyayê bû şahidê bûyerek taybet, ji ber ku mezintirîn kombûna pîrozkirina Newrozê di dîroka Ewropayê de bû, ku hejmara wan gihîşt zêdetir ji (100) sed hezar kes .Di dîmeneke ku yekitiya dîasporaya kurdî û mezinbûna bandora wê ya li qada Ewropayê nîşan dide. Konfederasyonê ev çalakî bi armanca vejandina ruhê netewî yê Kurd, yekkirina gotara Kurdî û pêşxistina çalakiyên hevbeş ji bo bidestxistina piştgiriyeke berfireh ji bo doza Kurd, organîze kir.
Peyama bûyerê û bandora wê ya li ser nêrîna Elman û Ewropayê ya li ser civaka Kurd û bandora wê:
Vê kombûna mezin bandorek mezin li ser raya giştî ya Alman û Ewrûpayê kir, civaka Kurd karîna xwe nîşan da ku bi serkeftî çalakiyek bi vê mezinahiyê organîze bike, bêyî ti pirsgirêk û aloziyên girîng ên ewlehiyê. Çapemenî û rojnameyên Almanî yên mezin asta rêxistinbûnê bilind nirxand, û pîrozbahî wek modela hevrêzî û dîsîplînê nirxandin. Vê amadebûna gel a girseyî piştrast kir ku civaka Kurd ne tenê komek koçber e, bêguman ew hêzek siyasî û çandî ye ku dikare bandorê li qada siyasî ya Ewropayê bike, ev jî şansên Kurdan ên ji bo bidestxistina piştgiriyeke berfireh ji bo doza xwe ya dadperwer zêdetir dike.
Lêçûna bilind û stratejiyek dûr:
Hinekan pirsa îmkana dayina lêçûnên giran ên organîzekirina bûyereke bi vê mezinahiyê kiri, û ev mafê wan e. Lê eger em li rewşa siyasî ya kurdên Ewropayê binêrin, diyar dibe ku ev gav pêwîst bû. Bûyerên bi vî rengî dibe alîkar ku daxwazên gelê Kurd derbikeve holê û hêza xwe ya yekîtiyê û daxwaza mafên xwe yên rewa nîşan bide. Her wiha serkeftina vê çalakiyê statûya civaka Kurd li Ewropayê bilind dike û giraniyeke siyasî dide wê ku di pêşerojê de dikare bandoreke berçav li ser polîtîkayên welatên Ewropayê bike.
Hêjmara beşdarbûnê ji bendewariyan derbas bû: nîşanek hewcedariya rêberiya yekgirtî
Organîzatoran ne li bendê bûn ku beşdarbûn bigihîje hejmareke ewqas mezin.ev yek pêwîstiya yekkirina xebatan û yekgirtina dîasporaya kurdî nîşan dide. Herwiha amadebûna civaka Kurd li welatên diyasporayê dide ku dengê xwe bigihîne biryarderên cîhanê, lê pêwîstiya wê bi rêberiyeke rêxistinkirî û pêbawer heye. Di vir giringiya kesayetiyek wek Serok Mesûd Barzanî tê ku bawerî û rêzgirtina gelê Kurd li hemû cîhanê bi dest xistiye. Wek piştevanê yekem ê ji projeyê Konfederasyonê. Hebûna rêxistineke serkirdayetî ku nûneratiya kurdan di forumên navdewletî de dike, hêmaneke bingehîn e ji bo bidestveanîna daxwazên kurdan û geşkirina wan li ser asta cîhaî.
Girîngiya projeya Konfederasyonê:
Projeya Konfederasyonê ji bo bidestxistina daxwazên gelê Kurd, çi ji bo piştgirîkirina doza gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û çi jî ji bo piştgirîkirina civaka Kurd a li dîasporayê. Konfederasyon hewil didin ku gotara Kurdî di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdî de bikin yek û hevrêziyê bikin ji bo bihêzkirina rola Kurd li ser asta navdewletî û bibe platformeke bi bandor ji bo gihandina dengê Kurdan ji bo biryarderên Ewropa û cîhanê.
Gotinên dawî
Bê guman Konfederasyon ji ber nakokiyên hizbî û alîgiriyê ku gelê Kurd li derve westandiye, di warê bidestxistina baweriyê de rastî kêşeyeke mezin tê,Ji ber vê yekê, bi ciddî mijûlbûna bi van pirsgirêkan re girîng e ku meriv wê pêbaweriyê ji nû ve bi dest bixe.
Em hêvîdar in ku konfederasyon di serkeftinên xwe de berdewam be, ji ber ku ev serkeftin hêzek in ji bo civaka Kurd li derveyê welat ku bikaribe bi awayekî bi bandor piştgiriya doza xwe bike.