KDC

JENOSÎDA ENFALÊ Û BÎRÎ NETEWÎ

Kovan Amedi
Enfal projeyek qirkirina Kurd bû. Enfal êşekî gran ya Kurdane.

Ew birînana jî li pişt xwe yadgirtinê tal di dîroka Kurda hiştiye.

Roja 31’ê Tîrmeha sala 1983’an roja destpêka Enfalê bû. Li dijî xelkê bê guheh yê devera Berzan li Behirke û Quştepe û Herîr dest pê kir.

Rejîma Sedam Hisên di 31 Temûza sala 1983`an de proseya enfala Kurdan ku ji 8 qonaxan pêk dihat. Rejima faşist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve bir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan bû. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kuştin. 8000 mêr jin û zarokên Barzaniyan ji alîyê rejima xwînrêj a Beasîyan ve, sax hatibûn binax kirin. 4500 gund hatin wêran kirin, ji 1 mîlyonî zêdetir Kurd penaber bûn, dibistan, mizgeft û nexweşxane hatin şewitandin û rûxandin.

Elbet Enfal bîranînek tal li dû xwe hiştiye û kurd tu caran Enfal û qetliyamên ku bi serê wan de hatiye ji bîr nakin.

Îro li Başûrê Kurdistanê kurd xwedî staatuyek Federal e. Lê xetera ser kurdan li Başûrê Kurdistanê ra nebûye. Lewra parastina destkeftina bi qasî bi destxistina wan girînge. Divê kurd destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wek giliya çavên xwe biparêzin.

Çarme dorên Kurdistanê bi dagîrkeran dorpêç e. Her yek ji aliyên xwe ve hewil didin ku asayiş û aramiya Kurdistanê têk bibin.

Îran, siyasetek wek ava bin kayê li dijî Herema Kurdistanê bi rêve dibe. Carnan xwe wek dostê heremê nîşan dide û dixwaze daxwazên xwe li ser heremê ferz bike. Carnan bi tehdît û erîşan Kurdistanê bombedûman dike. Li derveyê sînorên xwe hêzên millîs wek Heştî Şeabî li Iraqê li dijî Kurdan ava kir. Di dagîrkirina Kerkûkê de Heştî Seaabî li gel hêzên leşkerî yê Enfal û bîrî netewîIraqê û hin grûbên xwefiroş, rolekî sereke dît.

Hukumeta Iraqê, li dijî herema Kurdistanê, roj bi roj tundtir dibe. Şerekî kirêt di warê aborî de li dijî herema Kurdistanê dajo. Ji hatinên aborî, beşa Kurdistanê terxan nake, karmend û xelkê Kurdistanê bê mûçe dihêle. Dixwaze Kurdan bi biçîbûnê terbiye bike. Xala 140 ku xalek ji yasa ya Iraqa federale ku divîya li Kerkûk, xaneqîn û deverên ku niqaş li ser hene referandûm pêkbianiya, lê neanî! Dijberiya şovenîstî ya rejîma Iraqê li dijî Kurdan her berdewam e.

Tirkiye, bi salane bi hinceta terorê û bi hebûna PKK´ê li herema Kurdistana Başûr, Başûr bombedûman dike û bi dehan qereqolên xwe yên eskerî û îstixbaratî li herema Kurdistanê bi cîh kirine. PKK behane, meqsed dagîrkirina Kurdistanê û têk birina asayîş û aramiya Kurdistanê ye.

Ji ber ku yê ku rê da PKK´ê ku gerîlayên xwe derxîne derveyê sînorên Tirkiyê, dewleta Tirk bi xwe bû. Ango hebûna PKK´ê li Herema Başûrê Kurdistanê û bi cîh bûna qerekolê Tirkiyê li Heremê, heman projeya dewleta Tirk e. Ev proje caran li gor rewşa siyasî rengê xwe bigorîne jî, lê armanc her yeke ku pêşî li dewletbûna Kurdistanê girtin e.

Tevî hemû hewildanên li dijî Başûrê Kurdistanê, dîsa biryara parastin û pêşxistina Herema Kurdistanê di destên partiyên Kurdistanî yê heremê de ye. Divê, ji sî û bandora siyaseta Îranê derkevin, hemû partiyên ku di hilbijartinê de bo Parlamentoyê deng anîne, beşdarî li kar û xebatên Parlamentoyê bibin. Bi li hevhatinek medenî û bi aqlê Kurd, Hukumeta Herema Kurdistanê ava bikin. Guh bidin aqlê Kurdî û bîrî netewî!

___

Rojhilata û cihan piştî bûyerên(Xeza) tevlîhev dibe

nusar1

Dijminên me çiqasî mezin û bi hêztir bin, zêdetir ji Kurd û Kurdistanê ditirsin.

nusar1

DI DU ROJÊN DÎROKÎ DE KONGREYEKE SERKEVTÎ LI DIASPORA

nusar1