Kurdistan, ji heşt tîpan pêk tê, her tîpek ji bo Kurdistaniyan bûye sembola berxwedan, Kurdayetî, merdayetî, şoreş, raperîn, vejîn, hermayîn û xwe neçemandinê.
Ecêb e! Dijmin û dagirkerên Kurdistanê, çiqasî mezin û bi hêztir bin, ew qasî zêdetir ji nav û hebûna Kurd û Kurdistanê ditirsin. Ew bi wan hemî mûşek, firoke, çek û cebilxaneyên xwe ve, ji navê Kurd û Kurdistanê û tewra ji zimanê Kurdî jî tirsiyane. Loma her carê bi şêweyek û bi rêyekê dixwazin ku navê Kurd û Kurdistan nemîne û jê bibin, lê xeyalên wan pûç in. Kurd ji wê gelek bihêztir e ku bi wan bihele, Kurd dest ji navê xwe, nasnameya xwe û welatê xwe bernade û amade ye ji bo qurbanîdanên mezintir jî. Ev e ye ez, welatiyekî Kurd im û niştecîhê welatê Belçîkayê me, zêdetirê nîvê temenê xwe yê niha min ji dûrî Kurdistanê derbas kirin, lê belê qet ji bo kêliyekê jî welatê xwe û fikirîn û hizra xwe ya li ser Kurdistanê min ji bîr nekiriye. Bi laş li Belçîkayê me, lê bi ruh û bi dil û bi xeyal li Kurdistanê me.
Tişta ku di van bûyeran de herî zêde min diêşîne ew e ku carinan ez guh li gotinên nerast, nebaş û bêrewşt û bêedeb ên hin Kurdên hevziman û hevwelatîyên xwe dibim ku êrîşî Kurd û Kurdistanê û welatê xwe dikin. Bi bihîstina wan gotinan, wekî Kurdek, ne tenê şerm dikim, lê ez nifiran li wan dikim û ez difikirim ku ax, hewa, av û xwezaya Kurdistanê ji bo wan kesên wisa heram e. Ew nezan in û ew nefahmin û difikirin ku dagirker û dijmin di navbera Kurdek û Kurdek din de cûdahiyê dike. Êdî bêdengî û bêhelwestî, xayînetî ye.
Hermn Ehmed
