KDC

Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de ye!

Kovan Amedî

Îsal li 38´e mîn salvegera karesata Helebçe`yê ye. XelkêHelebçeyê di destpêka meha Adarê de xwe ji bo pîrozkirinacejna Newrozê amade dikir. Berf hêdî hêdî dihelîya, erd reşdibû, çîçek û kulîlk aj didan, sala û jiyana despêdikir. Lê rûniştvanên bajarê Helebçeyê hizira nedikirin ku di cejnaNewrozê de, rejîma faşîst ya Saddam, li ser Helebçeyê, bi balefiran jahrên kîmyawî bibarîne.

Rejîma Beas ya dîktator a Iraqê, di 16ê Adara 1988´an de bi çekên kimyawî bajarê Helepçeyê bombebaran kir. 5000 kal û pîr, jin û zarok Kurdên sivîl di nav çend deqîqeyan de bi çekênkîmyawî hatin kuştin. Bi deh hezaran birîndar bûn, bi sedhezaran Kurd ji cîh û warên xwe koç kirin. Ne tenê însan, hemû jîndar, heywan mirin, zad û zewî şewitîn. Bi kurtîjiyan li Helbçeyê bi tevayî hate kuştin.  

Gazên kîmyawî cara yekem di dema belavbûna ÎmparatoriyaOsmaniyan de, di sala 1920´an de bi fermana FermandarêÎngiliz Winston Churchill ve cîh bi cîh hatibû bikaranîn. Îngilîzan dixwestin hukma xwe li Rojhilata Navîn bidomînin. Churchill, Kurdan wekEşîrên ne medenî” bi nav dikir û li dijî wan, bikaranîna gazên kîmyawî gelek normal didît. ”Eşîrên ne medenîrûniştîvanên herî kevn Mezopatmyayêbûn, ku medeniyetê li dinyayê belavkiribûn.

Churchill, di sala 1920´an de, gazên kîmyawî yên wek;” Phosphours bombs, war rockets, metal crowsfeet (to maim livestock), man- killing shrapnel, liquid fire delay-action bombs” li ser Kurdan barandibû.

Mixabin ku parêzvanê bikaranîna gazên kîmyawî Winston Churchill, bi hincetahostatiya ya li ser dîrok û biyografîkê”, di sala 1953´an de Xelata Edebiyata Nobelê girt. Ev yeka di dîroka însaniyetê de rûpelek reş û şermezariyekmezin vekir.

Piştî Hiroşîma û Nagazakîyê, dîroka mirovatîyê karesata herîkomkuj li Kurdistanê jiya. Eva ne yekemîn car ku rejîmafaşîst ya Saddam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bi karanîbûû bi sedan Kurd kuştibû. Lê Helebçe dilopa dawî

Di bikaranîna çekên kîmyawî de, rejîma Îranê derngnemaye. Hîn di salên 1981 û 1982´an de li dijî pêşmergeyanbikaranîbû, hukmê çekên kîmyawî sînordar be , bikar anîbûn.

Îro xerîkin çekên atomî çê bikim. Her ji ber hincetêAmerîka û Îsraîl dest bi şerê Îranê kirine. Ezz bi xwe piştgiriyaAmerîka û Îsraîlê dikim ku rejîma mellaeyan têk bibin. Rejîmek xwînxwar, zordar û dijî mirovahîyê ye. Bi nave “îslam û alllah û ekberkeç û kurên kurdan rojane li 3ê dare dixin. bîra min di salên 1980 û 1981ê de, keçên Kurd dîldigirtin. Biryara kuştina wan didan, berê ku bikujin tecawizdikirin. Li gor Îsalam a wan nabe ku keç bakîre kuştin. Ew ne bes , ji bok u termê wan bidin malbata wan, doz li malbatên wan dikirin ku heqê guleyên ku zarokên wan kuştine dikirin.

Bi hin melle û kesên aqil behsa biratiya îslam û biratiyagelan ji kurdan re nekin. Sed sal zêdeye em li jêr destê Ereb, Tirk û Faris´an de dijîn, me ti biratî ji wan nedîtiye. Ji bilîzulm û zordarî, îşkence û zîndan, mirin û qetliyaman.

Ew yên ku dixwazin bi nave biratiya gelan û biratiyaîslamê,bila li dîroka gelê xwe binêrin. Çi gotiyê Bav û Kalênme: Dijmênê Bav û Kalan nabin dostê lawan.”

belê, hemû qesasên Kurdan wek Winston Churchill nehatinxelatkirin. Rejîma Baas ya Iraqê hat ruxandin û li Iraqêsîstemek federalî hat avakirin. Saddam Husên hat îdamkirin, qesasên karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê çekên kîmyawî Elî Hesen El Mecîd (Elî Kîmyawî), di roja 25.01.2010´an de bi biryara Mehkema Bilind yaTawanan a Iraqê ve hat îdamkirin. Mehkema Bilind yaTawanan a Iraqê, di 28ê meha Sibatê de karesata Helebçeyêwek jenosîd qebûl kir.

Di 28ê Sibata 2026´an de di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Olî Îranê Elî Xameneyî, li gel 7 kesên payebilindê Îranê hatin kuştin. gotin ku qatilê şehîd serokêPartiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Î Ebdulreman Qasimlo, Mehmûd Ehmedînejad di heman rojê de di erîşên Amerîkaû Îsraîlê de hatiyê kuştin.

Em kurd, milletek gelek mazlûm in, milletek bi rehm in, bi biratiya gelan û biratiya îslamê û tên xapadin. Di îslama mede rehm, mafên mirovî, heq huqûq û edalet heye. Di îslamadewletên dagîrkerên Kurdistanê de, ji vana yek tuneye. Îslama me û ya wan ne yek e. Hêvîdarim em ji vir weha neyênxapan din! Li vir du rêzên rêzdar serok Mesûd Barzanî hetebîra min ku dibêje:

Hemû hêzê dinyayê me be, em êrîşî kesî nakin.

Hemû hêzê dinyayê êrîşî me bike, em teslîm nabin.”

Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de vekirîye. Ew birîn û êşa mezin, tenê dikarê bi azadbûna Kurd û Kurdistanê ve pêçandin.

Li gor raya min dive Kurdên diyasporayê û rêxistinên Kurdan, kar li ser yekê bikin ku Neteweyên Yekgirtî, komkujiyaHelepçeyê wek sûcekê dijî mirovahiyê nas bike û 16ê Adarê

___

Dewletek federal a İraq Mumkûn e?ı

KDC

Sed û sê sal û peymana ( Sîver )

KDC

Di bîrewya Rojnamegerya Kurdî da.

nusar1