KDC

Îranê Dîsa Teqe Li Kolberan Kiriye

Kolberekî ciwan ê ji Salasê Bawecanî li sînorê Nawsûdê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatiye gulebarankirin û bîrindar bûye.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Hengawê, hêzên çekdar ên Îranê roja Sêşemê li sînorê Nawsûdê gule li çend kolberan reşandine û di encamê de Mîlad Rostemî yê 26 salî birîndar bûye.

Li gor çavkaniyekî, Mîlad Rostemî ji zikê xwe bi giranî birîndar bûye ku niha li nexweşxaneyeke Paweyê ye û di bin çavdêrîya pizîşkî de ye, tendirustîya wî baştir bûye.

Hêjayî gotinê ye ku Mîlad Rostemî ji gundê Heşmîrî ya Selasê Bawecanî ye û destgirtî ye.

___

Trump Bi Tundî Rexneyan Li Biden Dike

KDC

Binar Hişyar: Ji Bo Min Şerefa Herî Mezin Bû Ku Ez Li Ser Dikê Bûm Û Serok Barzanî Li Beramberî Min Rûniştî Bû

KDC

Dîmenê Mîdiyan di romana JOSEF NYÁRY de

KDC