KDC

Rûsya Ji Şandina Hêza Aştiyê Dudil E 

Wezareta Derve ya Rûsyayê roja Duşemê got, Moskowa çi sedemeke mafdar nabîne ku hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî bişîne Ûkraynayê.

Li gorî Ajansa Îstixbaratê ya Rûsyayê, rêveberê beşa rêxistinên navneteweyî ya Wezareta Derve Peter Elîchev got, “Pêwîstî bi hêza aştiyê nîn e, ji ber ku Rûsya rewşê bi xwe kontrol dike.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku çi sedemeke mafdar ji bo şandina hêza aştiyê ji bo Ûkraynayê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hêzên NATOyê ve nîn e.

Serokê Ûkraynayê Viladymer Zelenskî daxwaz ji NATOyê kir ku herêmeke dijî firokeyan bi ser welatê wî de bisepîne, lê NATOyê ev daxwaz ret kir, ji ber ku wan diyar kir ku dê ev bibe sedema êrîşa Rûsyayê ya ser welatên NATOyê.

___

Navenda Revenda Kurd, Wê Webinarekê Li Ser Pêvajoya Erebkirina Nû Ya Li Kurdistanê Lidar Bixe

KDC

Kurdistaniyên Li Norwecê Newroz Pîroz kirin 

KDC

Konfederasyon sersaxî û hevxemîyê pêşkêşî Qehreman Osman dikin

Harmn