KDC

Macarîstan: Ji ber qezaya trafîkê sê koçber mirin 

Otomobîleke ku komek koçber tê de bûn hewl da ji nuqteyeke polîsan a li nêzî paytexta Macarîstan Bodabestî bireve û di encamê de 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 11 jî birîndar bûn 

Li gorî polîsên herêmî bûyer li bajarokê Botsa yê dikeve başûrê Bodabestê pêk hatiye û tê de kamyoneke ku komek koçberên neqanûnî tê de bûn bi tirimpêlekê ve kişiyaye û agir berdaye otomobîlên koçberan û di encamê de 3 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 11 jî birîndar bûne

Li gorî nûçeya Mehajer Newsê, ajokarê qemyonê ji Gurcîstanê bû ku yek ji komên bazirganiya koçberan bû û bi qasî 15 koçberên neqanûnî tê de bûn ji nuqteyeke kontrolê ya bi 120 kîlometreyan li başûrê paytextê reviyan

Macarîstan welatekî Ewropaya Rojhilat e ku bi salan e rê li ber koçberan vedike û hikûmeta Macarîstanê tevî polîtîkaya xwe ya li dijî koçberan, ji bo pêşî li koçberan bigire bi Sirbîstanê re dîwarekî bi 160 kîlometreyî lê kir. 

Soran Hesen

___

Şevger Zaza Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC

Şehîdên 1ê Sibatê di dilê Kurdan de naçe der

nusar1

Cîgirê Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî Kanadayê bi Serokwezîr re hevdîtin kir

nusar1