KDC

Bi dehan gundên Kirmaşanê bê ava vexwarinê mane

Rêveberê Ava Kirmaşanê ragihand, 120 gundên ser bi bajar ve bê ava vexwarinê mane û ji tevaya nişteciyên Kirmaşanê pirsgirêka avê ya yek milyon û 200 hezar kesî heye.

Rêveberê Avê li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê Hemîdreza Keremwend, derbarê rewşa avê ya li wê parêzgehê daxuyaniyek da.

Hemîdreza Keremwend got ku dezgehên avê yên wê parêzgehê bi hemû karînên xwe ve, avê dikşînin û ji xelkê re peyda dikin lê ji vê zêdetir tiştekî ji destê wê nayê.

Keremwend hejmara gundên bê av jî eşkere kir û got ku 120 gund bê ava vexwarinê ne û bi rêya tankeran avê ji wan re peyda dikin. 

Rêjeya barîna baranê îsal li wek deverên din li Kirmaşanê jî ji %43 ji kêm bû û ew jî bû sedem ku ava bin erdê kêm bibe û hinek jêderên avê hişk bibin û krîza avê derkeve.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Swêdê. û Feerasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd bi sedema salvegera karesata Şingalê peyamek weşand 

KDC

Almanya – Nivîskar Bobby Asser serdana Baregeha Navenda Rewandê li Düsseldorf dike

KDC

Îran, Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Bombebaran Dikiye

KDC