KDC

Hevpeymaniya dijî DAIŞê: Em Berdewamin jibo piştgîriya HSDê

Duh li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê Hêzên Sûriya Demukratîk bi awakî eşkere kongireye xwe li darxist û têde ji bilî beşdariya aliyê siyasî yê Kurdî û Sûrî, herweha hejmarek ji fermandarên Hêzên Emerîkî û yên Hevpeymana Navdewletî ya nehêştina DAIŞê beşdar bûn
Di peyva xwe de, ya li kongireya HSDê, Fermandarê Hêzên Hevbeşê Hevpeymaniyan Jeneral Pawl T. Calvert ragihand, hevkariya wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re dê berdewam be, û Emerîka jî piştevaniya vê yekê dike.
T. Calvert got jî, HSDê alîkarî daye ewlekirina girtîgehan û rê li ber reva DAIŞ’ê jî girtiye û got: “Ji bo pêşî li gefa DAIŞ’ê ya li hemberî hevkarên me bê girtin, tevî başkirina avadaniya girtîgehan, em ê projeyên din pêk bînin.”
Destnîşan kir jî, ew ê kar bikin ji bo çekdarên DAIŞê yên Iraq û Ewropî ji herêmên HSDê ji bo welatên wan bêne vegerandin.
Li aliyekê din, serkirde yên HSD di gotinên xwe li kongireya navhatî de, daxwaz kirin ku divê hikûmeta Sûriyê danpêdana fermî bide Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, û mafên gelên Kurd, Suryan û Aşûrî jî bike bi awakî fermî û destûrî û bê dudahî bide nîşandan.

___

Adem Faris li Îngiltereyê diçirise; yaneyên mezin ên Premier Leagueê ji bo bidestxistina wî hevrikiyê dikin

Karzan

Çalakiyên Meha 9A Sala 2022 Yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî Û  Navenda Revenda Kurdistanî

KDC

Swêdê, Ji Ber Zewicandina Zarokekê Doz Li Dê Û Bavekî Vekiriye

KDC