roja Sêşemê 10.06.2025 civîneke girîng li bajarê Düsseldorfê bi amadebûna Qahreman Osman, Sekreterê Nivîsgeha Birêz Şîfa Barzanî, Dr. Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Nader Doghatî, Sekreterê Komîteya Giştî pêk hat.
Di civînê de li ser rêxistina Komîteya Giştî, çawaniya pêşvebirina çalakiyên komele, navend û federasyonan, û her wiha plana pêşerojê ya têkoşîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî gotûbêjek giring hatin kirin.
Di wê demê de civînên din jî hatin lidarxistin, wekî Nivîsgeha Yasayî û Navenda Düsseldorfê.