KDC

Li Ser 100´emîn Salvegera Şehadeta Şêx Seîd de Konfederasyona Revenda Kurdistanî semîner li Dar Xist.

 

Di roja 29.06.2025´an de li bajarê Bremen li Almanyayê Semînerek li jêr 100´emîn Salvegera Şehadeta Şêx Seîd de xwedî li rêber û hêjayîyê xwe yên netewî derkevin, semînerek amade kir.

Semîner bi surûda netewî Ey Reqîp ve hat vekirin û di hemen demê de vîdeoyek jî bi wêneyên serok û kesayetiyên hêja yên Kurd da nşîandan.

Li ser navê her çar Federasyonên endamê Konfederasyonê, Dr. Vîyan Yosuf bi xêrhatina mêvanan kir.

Dû re endamê rêvebiriya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Kovan Amedî, li ser navê Konfederasyonê axaftinek pêşkeş kir.

Di destpêka Axaftina xwe de, silavên germ yê serperştiyarê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, rêzdar Şîfa Barzanî û serokê konfederasyonê Îsmaîl Kamil pêşkeş civînê kir.

Amedî, di axavtina xwe de got: ” Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji xwe re wek erkek netewî û niştîmanî dibînin ku li serok û rêberên xwe û xebat û tekoşîna wan ya bi rûmet, xwedî derkevin, xebata wan, sekna wan ya netewî û nîştîmanî, bi kurdên nifşên nû ra bidin nasandin û doza wan ya ji bo azadiya Kurdistanê bidin domandin.”

Di berdewamî axavtina xwe de anî ziman ku Konfederasyon, li ser xwe ferz dibînin ku îro di sedmîn salvegera şehadeta nemir Şêx Seîd de, Serok û rêberên xwe yên din dîrokî, wek Serok Mella Mustefa Barzanî, Pêşewa Qazî Muhamed, Seîd Riza û yên din, ku di dîroka Kurdistanê de cîhek wan yê girîng û taybet heye, wan birêz û hurmet bi bîrbînin û xebat û têkoşîna wan yê pîroz, bi bilind binirxînin.

Dûra li ser navê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ku ji 11 rêxistinan pêkhatiye, Nusret E. axavtina muşterek pêşkeş pêşkeş kir.

Programa Semînerê ji du beşan pêk hatibû. Di beşa yekemde Abdul Muslum Korkutata ji Komeleya Şêx Seîd û hevalên wî, ji malbata Şêx Seîd nevîyê Şêxê Çalê, li ser 100´emîn salvegera Şêx Seîd û tevgêra 1925´an axavtinek pêşkeş kir.

Nivîskar û çalakvanê doza Kurdistanê Ednan Beşîr jî, li ser Rola ramanên Serok Mella Mustafa Barzanî, di tekoşîna neteweyî de axavî.

Di beşa dûwem de serokê Enstituya Kurdî li Swîsrê nivîskar û lêkolînvan, Necat Zanyar jî, li ser di dawîya sedsala bîstan da rola serkirdeyên Kurdan û Şariyar Neqşîbendî jî li ser Qazî Muhamed û tekoşîna wî ya Netewî de axavtinek pêşkeş kirin.

Şaîrê Kurd Eskerê Boyik jî li ser rêber û serkideyên kurdan axaftinek kurt pêşkeş kir.

Hemû axêverên semînerê, bi wêrekî û zaniyariyek têr û tije semînerên xwe pêşkeş kir. Mêvanan bi dilek xweş û pir dîqet guh didan axêveran û car caran cepik ji axêveran re lê didan. Semîner, bi naveroka xwe ve gelek bi kalîte û bi rêk û pêk bû. Amadekariyek baş jî jê re hatibû kirin. Hemû beşdarên semînerê, dilê wan bi çalakiyek weha ve gelek xweş bû.

Semîner ji aliyê hêja Gulîstan Awaz û Newroz Bawer ve hate bi rêvebirin. Caran caran helbestên netewî û şoreşgerî jî pêşkeş dikirin.

Çend mêvanên civînê wekî Alî Ewnî û Salar Osman û Rênas Cano ku ji Başûrê Kurdistanê bihatibana, ji ber nerabûna balefiran, mecal nebû bên. Silavên xwe yên germ bo hemû beşdarên civînê şandibûn.

Di dawîya civînê de, Kovan Amedî li ser navê Konfederasyonê spasiya hemû axêver û hemû beşdarên civînê û her usa spasiya çar federasyonê endamên Konfederasyonê kir.

Baştirîn bi bîranîn dirêje pêdana xebat û tekoşîna şehîdane, berdewamîya rêbaza serok û rêberên me ye!

___

BJP minister describes Rahul Gandhi as “merchant of hate” Copy

kurdish dc

Peyame Konfederasyona Revenda Kurdistanî

nusar1

Bihayê Petrolê Gelek Bilind Bûye

KDC