Baran Dicle
Di roja 26ê Tîrmehê 2025’an de, li kantona Lozanê ya Welatê Swîsre, ji hêla Enstîtuya Kurd a Lozanê ve konferansêk bi sernavê “Mafên Çarenûsî û pêşeroja Kurd” hate lidarxistin. Konferans li qesra Chateau d’Ouchy, ku di demê gotûbêjên Peymana Lozanê de wekî cihê maneyê gelek delegasyonan bû, hate rêk dan.
Di vê konferansê de, berpirsîyarê komakar li Swîsre , Ew girêdayî Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê ne Aydoğan İnal jî beşdarî konferansê bûn û piştgiriya xwe dan.
Saat 13:00an bi Ey Reqîb – Sirûda Kurdistan – konferans dest pê kir, û li ser sê beş hate rêvebirin.
Beşa Yekem: “Dîrok û Yasa”
Beşa yekem, bi navê “Dîrok û Yasa”, bi rêvebiratiya Nara Saadi hate lidarxistin. Di vê beşê de, nivîskar Evin Çiçek, parêzer Şeyhmus Özdemir û parêzer Celal Baykara wekî axaftvan hatin beşdar bûn. Ew di derbarê zîvê dîrokî ya Peymana Lausanne û peywendîya wê bi Kurd re bi rêzê demê şirove kirin.
Beşa Duyem: Sosyolojiya Lausanne
Beşa duyem bi rêvebiratiya Zozan Uçar hate lidarxistin. Di vê beşê de Sharo Garip, Behrooz Şujai û Diyax Polat wekî axaftvan beşdar bûn. Ev beş bi awayekî astengî di derbarê tesîrên sosyolojî ya Peymana Lozanê li ser gelê Kurd û pirsgirêkên wan gotûbêj kir.
Beşa Sêyem: Di Nêzîka Siyasî de
Beşa dawîn bi rêvebiratiya Nazile Afkhami hate lidarxistin. Mijara beşa sêyem “Dîtina siyasî ya Peymana Lozanê ” bû. Li vê beşê, Bayram Bozyel (Serokê Giştî ya PSK), Mustafa Özçelik (Serokê PWK), Gewran Goyi (Axaftvaniya Pakurd), Düzgün Kaplan (Serokê Hakpar) û Cemal Meral (Axaftvaniya PDKS) wekî axaftvan beşdar bûn.
Piştî axaftinên serokên partiyan, beşdarên konferansê bi hevre xwarin xwarin. Di vê xwarinê de, ji hêla Enstîtuyê Kurdan a Lozanê ve plaketek hate dayîn Komkara Lausanne bo alîkariya xwe yên nêzîk. Plaket ji aliyê Aydoğan İnal ve hat standin.
