KDC

Îranê Du Kolberên Kurd Birîndar Kiriye

Li çiyayên bajarê Serdeştê kolberek bi guleya hêzên çekdar ên Îranê bi giranî birîndar bû û kolberekî din jî dema ku direviya ji çiyayê kete xwarê û bi giranî birîndar bû.

Li gor Navenda Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê, doh hêzên çekdar yên Îranê li sînorê Bêtûşî Serdeştê gule li çend kolberan reşandine û di encamê de kolberekî bi navê Soran Resûl yê xelkê gundê Kanî Reşp bi giranî birîndar bûye û bo navendeke tendirustiyê ya bajarê Qeladzê ya Herêma Kurdistanê hatiye veguhestin.

Kolberekî din ê bi navê Celîl Zeynî jî dema ji çekdarên rejîma Îranê direviya ji çiyê ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye û ji bo tedawiyê ew şandine Serdeştê.

___

Nûnerê konfederasyona rewanda Kurdistanê li gel rêvebirê karûbarên giştî yê balyozxaneya Iraqê li Waşintonê civiya 

KDC

Konfedrasyon û navenda Rewanda Kurdistanî Civîna Şeva Duyem li dar xistin

KDC

Şandeke Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Beşdarî Merasîma Cenazeya Ziggy Martsch Kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW