KDC

Îranê Ceza Li Hunermend Xalid Kerîm Birîye

Hunermendekî ji bajarê Seqizê ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Li gor raporteka rêxistina mafên mirovan di çend rojên bihûrî de Xalid Kerîm Niya yê ku bi navê Xalid Narîn tê nasîn, hunermendê xelkê Seqizê ye û ji aliyê serokê liqa yekem a dadgeha bajêr Dadwer Cewad Mistefa ve bi heft heyvan sizayê zîndankirinê hatiye cezakirin.
Ev ceza ji ber çalakiyên li dijî hikûmetê ya bi rêya medya civakî hatiye birîn û 20 roj in biryar li Dadgeha Temyîzê ya Wîlayeta Sineyê ye.

Hunermendê bi navê Xalid Narîn ê ji bajarê Seqizê di destpêka vê biharê de ji aliyê hêzên îtlaata artêşê ve hatibû desteserkirin û pişt re hatibû berdan û di dema desteseriyê de hatibû êşkencekirin.

___

Navenda Rewenda Kurdistanî-Norwij beşdarî semînerek li ser Rojhilatê Kurdistanê bû 

KDC

Talîbanê Wênegirekî Kurd Girtiye

KDC

Li Stockholm: Konferansek li ser rewşa zimanê Kurdî

KDC