KDC

Rûsya û Talîban Wê Li Hev Bicivin

Biryar hatiye dayîn ku sibe kombûnek di navbera balyozê Rûsyayê û rêxistinkarê kar û barên Taliban de were sazkirin

Îro Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku dê sibe balyozê wî welatî yê li Kabûlê Dmitry Jernov bi rêkxerê kar û barên Talibanê re kom bibe û armanca vê kombûnê gengeşekirina asayîşa tîmên wan ên diplomatîk ên li Afganistanê ye.

Nûnerê taybet ê Rûsya yê ji bo kar û barên Afganîstanê Zemîr Kabûlov da xûya kirin ku sefîrê wan bi nûnerên Talîbanê re di nava têkiliyê de ye û wê sibe bi rêkxerê tevgerê re hevdîtinê bike.

Di dewama wê de anî zimên ku doh ew bi nûnerê Amerîka yê kar û barên Afganistanê re peyivî ye lê naveroka guftûgoyê aşkere nekir.

___

Serokê Parlamentoya Ewropayê Koça Dawî Kiriye

KDC

Kurteyek li ser konferansa Parlamentoya Ewropî: “Girîngiya rêz li mafê kêmînîn dinî”

Harmn

Amerîka: Li Sandîagoyê Navenda Rewanda Kurdistanî Hat Damezrandin

KDC