KDC

Parlamentoya Kurdistanê Rewşa Penaberên Kurd ên Li Lîtvanyayê Gotûbêj Dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa penaberên Kurd ên li Lîtvanyayê nîqaş dike.

Îro roja sêşemê komîteya peywendî û penaberên Kurdistanê li hev kom bû û mijara serekiya vê kombûnê mijara rewşa penaberên Kurdistanî yên li Lîtvanyayê bû û serokê komîteyê di destpêkê de qala aliyên siyasî û qanûniyên vê dosyayê kir û da xuyakirin ku piştî lêkolîna wan di derbareya vê de hat aşkerekirin ku rewşa jîyanê ya pêdawîstiyên jîyanî yên penaberên li Lîtvanyayê ber bi xirabiyê ve diçe û heta rêyên qanûnî jî lawaz in.

Piştî civînê endam û şêwirmendên vê komîteyê biryar dan ku nameyekê ji serokatiya parlamentoyê re bişînin ji bo ku şandeyeka vê komîteyê serdana Lîtvanyayê bike û ji nêzîk ve agahdarî rewşa penaberan be, raportekê di vê mijarê de amade bike û çareyan pêşkêş bike ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

___

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

nusar1

Kazimî Li Ser Şandina 200 Mîlyarî Axiviye

KDC

Li Kobaniyê 1464 kes ji ber ava qirêj jehrî bûn

KDC
KDC

FREE
VIEW