KDC

Talîban Efûyeke Giştî Derdixe

Talîbanê efûyeke giştî derxist û bang li karmend û rayedarên hikumetê dike ku vegerin ser karê xwe.

Talîbanê bi daxuyaniyekê efûyeke giştî ji bo hemû karmendên dewletê ragihand û got, “Em ji bo her kesî efûyê derdixin, lewma bi bawerî li karê xwe vegerin.”

Berdevkê Talîbanê Suhail Shaheen diyar kir ku ew mal û milkên gelê Afganistanê diparêzin û li benda veguhastina desthilatdariyê bi rengekî aştiyane ne.

Doh Balyozê Rûsya yê li Kabûlê Dmitry Gernov tekez kir ku Taliban soz daye karmendên asayişê û supayê Afganistanê efû bikin û tu dozan li wan venakin.

Heta niha gelek Afgan ji ber tirsa xwe ya ji desthilatdariya Talîbanê hewl didin ji welêt derkevin.

___

Konfederasyona Rewanda Kurdistanê serdana koma serbixwe ya mafê mirovan kir 

KDC

Tirkiye: 177 aktorên sînemayê cezayê Osman Kavala û hevalên wî wek îllegal bi nav dikin

KDC

Sûdên Bisiklêtê (Duçerx)

KDC