Di 31-01-2026an de kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) li Stockholmê hate lidarxistin.
Ji komeleyên endam 66 nûner beşdarî kongreyê bûn.
Di vê kongreyê de, hinek xalên destûrê hatin guherandin û organên Federasyonê hatin hilbijartin.
Cîgira serok a KDC, berpirsa rêxistin Ṣermin Bozarslan, di kongreyê de axaftinekî kir. Bi giṣtî girîngiya bihêzbûna FKKS ku yek jî kevintirîn Federasyona kurdan li derwayî welat e, anî ziman.
FKKS endamê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye. Wek rêxistin xwedî ezmûnekî dirêj e bo bihevre karkirina Kurdîstaniyan li Diyasporayê.
