Bi boneya hatina Cejna Qurbana pîroz, bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, em germtirîn pîrozbahiyan li hemû kurdistaniyên li navxwe û derveyî welat dikin.
Di vê boneya pîroz de, Konfederasyona Revenda Kurdistanê tekeziyê li ser dîtin û peyama xwe ya neguher dike, ku ew jî pêdagiriyeke xurt e li ser çespandina çanda pêkvejiyana aştîyane û hevduqebûlkirinê. Baweriya me ya tam bi wê heye ku pirrengî û pêkvejiyan bingehekî sereke ne ji bo parastina yekrêziya neteweyî û niştimaniya me, û nîşaneke geş a nasnameya şaristanî ya revenda Kurdistanê ye li seranserî cîhanê.
Em hêvîdar in ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê û zêdetir kûrtirbûna ruhê lêborîn û tebayiyê di navbera hemû tak û pêkhateyên gelê me de.
Cejna we ya Qurbanê pîroz be û hûn her dem di serfiraziyê de bin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanê
26ê Gulana 2026an
