KDC

Aborînaseka kurd a Kazakîstanê dikeve desteya rêveberiya Kluba Amedsporê

Diyarkirina aborînasa naskirî ya kurd, Narîn Nadîrova, di desteya rêveberiya nû ya kluba Amedsporê de ji bo demsala nû ya Super Lîga Tirkiyeyê, bala medya û çavdêrên werzişî kişandiye û wekî gaveke girîng ji bo bihêzkirina pêgeha îdarî ya klubê tê dîtin.

Di çarçoveya amadekariyên kluba Amedsporê de ji bo beşdarbûna demsala nû ya lîga bilind a Tirkiyeyê ku wekî Super Lîg tê naskirin, navê Narîn Nadîrova di lîsteya desteya rêveberiya nû ya klubê de hate ragihandin.

Ev biryar di navendên werzişî de wekî surprîzeke mezin deng veda, ji ber ku Nadîrova di warê birêvebirin û aboriyê de xwedî ezmûneke dewlemend e.

Çavdêr û alîgirên klubê hêviyeke mezin ji vê guhertinê re hene û bawer dikin ku beşdarbûna kesayetiyeke xwedî pêgeha navdewletî wekî wê, dê bibe piştgiriyeke darayî û îdarî ya mezin ji bo kişandina sponsorên biyanî û guhertina pergala rêveberiya Amedsporê bo pergaleke saziyî ya pêşkeftî.

Narîn Nadîrova keça Kinyazê Hemîd, serokê koçkirî yê Federasyona Komeleyên Kurd ên Ermenistanê ye. Ew yekem jina kurd e ku kariye bibe endama Encumena Gelên Kazakistanê.

Nadîrova niha wekî rêvebera cîbicîkar di Home Credit Bank a Kazakistanê de kar dike. Ji ber jêhatîbûn û serkeftinên wê di warê darayî û bankvaniyê de, gelek xelatên fermî û navdewletî bi dest xistine; di nav wan de xelata “Bankera herî baş a salê” di sala 2016an de, xelata “Yekîtiya Gelê Kazakistanê” di sala 2017an de û nasnavê “Kesayetiya Salê” di sala 2019an de.

___

Fermandarekê Pasdaran ciwanekê bajêrê Bane kuşt

KDC

Konfedresyona Rewanda Kurdistanê sersaxî ji malbata hunermend û şanogerekî re xwest 

KDC

Almanya; Sekreterê Komîteya Giştî yê KDC beşdarî çalakiyek Kirn

Harmn