KDC

“Evîna Min” a Kinyazê Mecîd derket

Kitêba helbestan a helbestvanê Kurd Kinyazê Mecîd (Suleymanov) li Alma Ataya Qazaxistanê hat weşandin. Kitêba ku ji 147 rûpelan pêk tê de, bi giranî helbestên Kurdî cih digirin, lê tê de çend helbestên Qazaxî û Rusî jî hene.

Ji bo çapkirina kitêbê li Alma Atayê bi beşdariya Serokê Kurdên Qazaxistanê Ezîzê Ziyo Bedirxan û gelek rîspî, nivîskar û rewşenbîrên Kurd çalakiyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin û derbarê jiyana Kinyazê Mecîd, helbestvaniya wî û kitêba wî ya nû axaftin hatin kirin. Şayanê gotinê ye ku 60 saliya Kinyazê Mecîd û çapkirina kitêba wî di heman çalakiyê de hatin pîrozkirin.

Kinyazê Mecîd demek e dirêje ku helbestan dinivîse û mijar û hêmayên helbestên wî, li ser evîn, welatperwerî, mêrxasî-jinxasî û hezkirina xwezaya welatê bav û kalên wî ne ku 100 sal beriya niha ji Serhedê derbasî Qefqasyayê bûne û paşê jî bi riya şer û sirgunan heta Asyaya Navîn û Qazaxistanê çûne.

Helbestvan Kinyazê Mecîd, sala 1966ê li herêma Ararata Ermenîstanê hatiye dinyayê, bav û kalên wî sirguniyên Wanê ne û ji sala 1989ê ve li Alma Ataya Qazaxistanê, tevî malbat û ber û pismamên xwe, jiyana xwe berdewam dike.

 

Jar Jan Dilpolo

 

 

 

 

 

___

Parlamentoya Swêdê bawerî bi hikûmetê anî

KDC

Li Kobaniyê 1464 kes ji ber ava qirêj jehrî bûn

KDC

Penaber im …..!!!

KDC