KDC

Brîtanya ji bo penaberan: Ji bo wergirtina mafê rûniştinê divê hûn heta 10,000 lîreyan qerebû bidin

 

Di projeyasaya nû ya penaberiyê de ku nîqaşên zêde li ser hene, hikûmeta Brîtanyayê hewl dide şertekî darayî yê giran deyne pêşiya wan penaberên ku li wî welatî daxwaza mafê rûniştinê dikin. Li gorî projeyê, pêwîst e hinek penaber nêzîkî heta 10,000 lîreyên sterlîn (pound) wekî qerebûya lêçûnên rûniştinê û ew alîkariyên darayî yên di dema li bendemayîna dozên xwe de wergirtine, li hikûmetê vegerînin. Nexwe, dayîna mafê rûniştina mayinde li wan tê qedexekirin.

Ev projeyasa di demekê de ye ku zextên darayî li ser hikûmeta Brîtanyayê zêde ne û salane lêçûna alîkariya penaberan digihîje nêzîkî 4 mîlyar lîreyan. Ji bo gelek bacdêr û welatiyên Brîtanî, ev cure biryar ji aliyê siyasî ve balkêş in, ji ber ku nîşan dide ku pereyê giştî bi berpirsiyariyê ve tê xerckirin û yên ku şiyana wan hebe divê qerebûya hikûmetê bikin. Shabana Mahmood, Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê, parastina vî gavî dike û bawer dike ku, her çend peydakirina alîkariyê ji bo penaberan mafek e, lê di heman demê de berpirsiyarî ye jî ku dema ew kes bi cih dibin û şiyana wan a karkirinê çêdibe, qerebûya bacdêrên Brîtanî bikin da ku sîstem berdewam bike.

Lê ji aliyê din ve, proje rastî rexneyên pir tund ên rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên penaberan hatiye. Rexnegir dibêjin ku ev biryar ne dadperwerane ye û wekî cezayekî darayî ye ji bo kesên ku ji şer, çewsandin û tundûtûjiyê reviyane. Di heman demê de, balê dikişînin ser nakokiyeke mezin di sîstemê de; ew jî ew e ku penaber di dema çavberiya xwe de li gorî qanûnê mafê wan nîne kar bikin û dahata wan hebe, lê belê piştre hikûmet daxwaza berekî zêde yê pereyan ji wan dike. Hinek rêxistinên wekî “Saziya Helen” vê karî wekî “dilreşî” (bêrehmî) pênase dikin ku pirsgirêkên rastîn ên sîstema penaberiyê çareser nake, bi taybetî pirsgirêka xavbûn û derengketina pêvajoya biryardayîna li ser dozan ku sedema sereke ya zêdebûna lêçûnan e.

Ji aliyê aborî û rastiyê ve jî proje di cihê gumanê de ye. Li gorî lêkolînên Zanîngeha Oxfordê, piştî pênc salan ji wergirtina mafê penaberiyê, tenê kêmtirî ji sedî 15ê penaberan dahata wan a salane digihîje ser 20,000 lîreyan. Piraniya penaberan bêkar dimînin an jî di karên kêm-dahat de dixebitin. Ji ber van daneyan, pispor bawer dikin ku komkirina wî pereyî ji penaberan karekî pir zehmet e û dibe ku lêçûna birêvebirina vê pêvajoyê ji wî pereyê ku vedigere xezîneya dewletê zêdetir be. Her wiha pisporên aborî hişyariyê didin ku ev cure şert dibe ku bibe sedema sarbûna penaberan ji karkirinê, ji tirsa ku yekser bikevin bin barê deynekî giran.

Piraniya penaberan bi daxwaza xwe nabin bar li ser milê hikûmetê, lê belê pir caran bêyî ti pereyekî digihîjin welat û ji aliyê sîstemê bixwe ve rê lê tê girtin ku debara jiyana xwe peyda bikin. Ev yek dibe sedem ku pirseke mezin çêbibe ka gelo armanca sereke ya projeyasayê bi rastî vegerandina pere ye, an tenê şandina peyameke siyasî ye ji bo razîkirina kolanê (raya giştî).

Niha çav li ser Parlemana Brîtanyayê ne ji bo gotûbêjkirina vê projeyasayê. Ew nîqaşên ku li parlemanê tên kirin dê ne tenê çarenûsa vê projeyê, lê belê arasteya pêşerojê ya siyaseta penaberiyê li Brîtanyayê ji bo çendîn salên bê diyar bikin û bersiva wê pirsê jî bidin ka gelo hikûmet dikare lêçûnên xwe kêm bike bêyî ku astengiyên nû ji bo wan kesên ku berê di nav zehmetiyeke pir giran re derbas bûne, ava bike.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

Ev Çend Roj in Du Kurdên Êzidî Wenda Ne

KDC

Ev Derziya Herî Baş E

KDC

Awusturya: Navenda Rewanda Kurdistanê dê beşdarî konferansa çand û olên Neteweyên Yekbûyî bibe 

KDC